1. Sempozyûm – 2007

Şaxa OEA ya Enqereyê di navbera 27-29’ê Îlonê
de “1-Sempozyûma Zexmkirina Berhemên Dîrokî
û Bi Ewlehî Dewrkirina Li Paşerojê” li dar xist. Di
sempozyûma ku li Salona Konferansê ya Teoman
Ozturk a OEA’yê bi awayê 6 rûniştinan hat lidarxistin de
38 danezan hatin pêşkêşkirin. Piştî sempozyûmê gera
teknîkî li Gordiyonê hat lidarxistin.
Axaftinên vekirinê yên konferansê ji hêla Serokê
Lijneya Rêvebiriya OEA’yê Taner Yuzgeç, Serokê Şaxa
OEA yê Enqereyê Fehmî Toptaş, Gerînendeyê Giştî
yê Muzeyan û Heyînên Çandî Orhan Duzgun, Serokê
Daîreya Piran Emîn Ener, Gerînendeyê Giştî yê Weqfên
Serokwezîriyê Yûsûf Beyazit û Alîkarê Gerînendeyê
Giştî yê Weqfan Ahmet Tanyolaçî ve hatin kirin.
Taner Yuzgeçî di destpêka axaftina xwe de bal kişand
ser dewlemendiya mîrata dîrokî ya Anatolyayê û ji bo
parastina dewlemendiya mîrata dîrokî tedbîrên ku divê
bên girtin rêz kirin. Yuzgeçî, anî ziman ku axa em li
ser dijîn yek ji erdnîgariyên herî kevn ên cîhanê ye ku
bi dirêjahiya sedsalan mazûvaniya gelek şaristaniyan
kiriye. Yuzgeçî, anî ziman ku gelek şaristaniyan şopa
xwe li axa Anatolyayê hiştine û bal kişand ser girîngiya
ji hêla rayedaran ve meşandina xebatên di mijarên
budçeya têr a ji bo perwerde û parastina mîrata dîrokî.
Yuzgeçî tedbîrên ku divê bên girtin wiha rêz kirin: “Di
mijara parastin û zexmkirina berhemên dîrokî de divê
wek welatên xwediyê kevneşopiya parastinê teqez
lingê perwerdeya zanîngehê bê avakirin, enstîtuyên
lêkolînê û laboratuar bên avakirin, divê bergîdana
budçeyê ya lêçûnên ku di vê qadê de bên kirin hebe,
çavkaniya ku bê neqilkirin divê hewcedariyê bi cih bîne,
bi hizra ku parastin û zexmkirina berhemên dîrokî bi
xetereya erdhejê re jî eleqedar e xebatên zexmkirinê
ku di asta navendî û cihkî de pêkanîna wê tê plankirin,
divê ji bo wergirtina berhemên dîrokî jî bê dabînkirin.”
Fehmî Toptaşî jî bal kişand ser girîngiya radestkirina
berhemên dîrokî yên ji nifşên bên re û anî ziman ku
dixwazin di vê wergiriyê de di salên pêşiya me de jî vê
sempozyûmê li dar bixin.
“Divê di nava gel de hişmendiya pêwîst bê avakirin”
Emîr Enerî bi gazinc da zanîn ku di civaka Tirkiyeyê de
hişmendiya berhemên dîrokî têra xwe çê nebûye û got,
ji bo parastina mîrata çandî tevî sererastkirinên zagonî
û budçeya têr pêdivî bi pêkhatina hişmendiya pêwîst a
di nav gel de jî heye.
Yûsûf Beyazitî jî anî ziman ku pirsgirêkên wan ên madî
nînin, lê bi têra xwe westa, çirax û dîroknasên hunerê
nabînin. Beyazîtî her wiha balê kişand ser girîngiya
perwerdehiyê û got ku divê di dibistanên seretayî û
lîseyan de di vê hêlê de perwerde bê dayîn.
Tanyolaçê ku diyar kir ku karê restorasyonê karekî pir
dijwar e, karê restorasyonê şiband jiyana mirovan û
da zanîn ku ew yekane gerînendetiya giştî ne ku ji sedî
50’yê budçeya xwe neqlê projeyan dikin.
Ji bo hûn bigihîjin Pirtûka Danezanan a
1-Sempozyûma Zexmkirina Berhemên Dîrokî û Bi
Ewlehî Dewrkirina Li Paşerojê bitikînin.

1. Sempozyûm – 2007
Başa dön