2. Sempozyûm – 2009

Xwedîderketina li mîrata çanda dîrokî di çapana
navneteweyî de ji mêj ve, ji demên nêz vir ve weke
mijareke ku bala civakî, teknîkî û rewşenbîrî kişandiye
xwe nîşan dide. Pirhêlî û pirzerengiya mijarê yekîtî û
hevkariya cûrbecûr dîsîplînên xebatê hewce dike. Ev
mijar tevî mijarên bi giranî sosyalî wek dîroka huner
û civakî, mijarên girêdayî afirîneriya hunerî yên wek
karaktera avakirinê û estetîkê, wekî xala hevdîtinê ya
qadên cihêreng ên mîmarî û endezyariyê derdikeve
holê. Tê zanîn ku endezyariya avahiyê di vî warî de çi ji
hêla kerese û teknîkên avadaniyê û bi wan re têkildar ji
bergeha teknîkên biprojekirin bizerengîkirinê dibe, çi jî
di çarçoveya bingehên avaniyê û pêwendiyên zemînê
de dibe cihekî gelek girîng digre.
Lê belê ev jî rastiyek e ku di nav rêzeçalakiyên di
hêla tamîrkirin û sererastkirina avahiyên xwedî nirxa
mîrateya çandî ya dîrokî de ku bêyî ku karaktera
wan a dîrokî xera bibe di nav fealiyetên roja me de ji
nû ve tevneke jiyanê bidin çêkirin xebatên girêdayî
endezyariya avahiyê li welatê me bi têra xwe nehatiye
têgihîştin û di cîhana me ya teknîkî de têra xwe
nehatiye pejirandin. Cihê kêfxweşiyê ye ku Odeya
Endezyarên Avahiyê ji bo vê kêmasiya di pêvajoya
derbasbûna sepan û têgihanê de ji holê rake bi
awayekî cidî fealiyetê nîşan dide. Di vê fealiyetê de
lidarxistina sempozyûmên bi beşdariyeke berfireh ku
dê di çarçoveyeke wergiriya zanistî de pêk bîne yek ji
mînakên watedar ên van xebatan e. Sempozyûmên
neteweyî ku bi sê rojan domiyan û ya pêşîn ji hêla
Odeya Endezyarên Avahiyê YOMET’ê(TMMOB)
ve di sala 2007’an de li Enqereyê, ya duyemîn jî bi
wergiriyeke berfirehtir û di çarçoveyeke beşdariya
navneteweyî li Amedê hat lidarxistin di vê wateyê de
vekirina bergehên nû dihewîne. Di fealiyetên tamîrkirin,
nûkirin û xurtkirina berhemên dîrokî de ku bi feraseta
mîmartiya ku teknîkên restorasyona klasîk diparêze
hatine meşandin wergirî û çeşîtdariya berpirsiyariyê
ya ku ji endezyariya avahiyê re dikeve, bi ravekirinên
teknîkî û zanistî yên zanyar û pisporên ku beşdarê vê
sempozyûmê bûne bêhtir zelal bûye.
Sempozyûma ku di 15-17’yê Cotmeha 2009’an de li
Amedê wek çalakiya hevpar a Şaxên OEA ya Enqere
û Amedê hat lidarxistin di çarçoveya vê ferasetê de
wek çalakiyeke serkeftî xwe nîşan dahiye. Digel ji
beşeke danezanên ku ji civînê re hatine şandin ji ber
nekafîbûna kurtenivîsaran nehatine qebûlkirin jî ji
wan (7 vexwendî, 3 ji bo danasînê, 58 pêşkêşî) bi giştî
qebûlkirineke bi 68 danezanî pêk hatiye. Tevî ku ji
beşeke danezanên ku hatibûn qebûlkirin di beşdariya
bernameya sempozyûmê de ji bo pêşkêşkirinê
nehatin jî bi giştî 56 danezan hatin pêşkêşkirin. Piştî
pêşkêşiyên yekem ên mêvanên bi vexwendiya taybet
ên roja vekirinê, li du salonan vegotinên danezanan
bi pêşkêşkirina paralel cih girtiye û bi kêfxweşî hatiye
dîtin ku ji bilî guherînek biçûk a saetê pêşkêşiya 56
danezanên mijara gotinê di nav dîsîplîna civîneke
ku tê xwestin hatiye meşandin. Çalakiyên zanistî û
rewşenbîrî jî ku di hêla bersivdayîna pirs û şîroveyên di
der barê pêşkêşiyên danezanan de bûn di nirxandina
sempozyûmê ya weke çalakiyeke serkeftî de rolê
lîstiye.
Di nav herka sempozyûmê de her wiha di tek
mekanekî de anîna ber hev a pêşkêşiyên paralel ên
li du salonên cihê, pêkan bûye ku nêrîna li mijarê ya
saziyên giştî yên ku ji nêz ve bi vê mijara li welatê me re
eleqedar in û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû ne bi awayek
berfireh werin nîqaş kirin. Tevî têkiliyên xwe yên
akademîk ên di derbarê vê mijarê de, mamoste Erhan
Karaesmenî bi tecrubeya xwe ya wek rêvebertiya bilind
a saziyên giştî û bi daneheviya xwe ya zanînê ku dikeve
çarçoveya têkiliyên berfireh ên navneteweyî jî tevî
dahina tevkariyên xwe yên berhêlkirinî yên di rêvebirina
giştî ya sempozyûmê de di vê rûniştina bi wergiriya
taybet de jî berhêlkariyek bibandêr pêk aniye. Ji bilî
elemanên teknîkî yên têkildar û rayedarên saziyên giştî,
xebatkarên saziyên beşa taybet û saziyên akademîk ku
sempozyûmê temaşe kirine, anîna ziman a pêşniyar û
fikrên bi xebitîna di vê mijarê de ya yekeyên eleqedar
ên giştiyê pêkan bûye.
Odeya Endezyarên Avahiyê di vê wergirî û wateyê de
her wiha ji pêkanîna sazkarîtiya beralîkirina telkîn û
guhertina nêrînê ya pêşberî hev şanaz bûye.
Beşeke mezin a kesên ku bi pêşkêşkirina danezanê
an jî wek guhdar beşdarî sempozyûmê bûne, di bin
sîwana vê sempozyûma ku ji hêla Odeya Endezyariya
Avahiyê ve hatiye organîzekirin de bi eleqeyek mezin
û baweriyeke mezin di warê dîsîplînên din ên wek
mîmarî, restorasyon, dîroka hunerê, civaknasî, zanista
kereseyê û zanista erdê ku di parastina mîrata çandî de
hempar in, dahina sinyalê ku di psşerojê de dîsîplîna
Endezyartiya Avahiyê di vê qadê de dê bêhtir berhêlkar
be her wiha pêşketineke ku dilan xweş dike ye. Civîna
nirxandinê ku di rûniştina dawî ya sempozyûmê de
bi beşdariya pisporên xwedî nêrînên bi danehevî û bi
tecrûbeya mijarê pêk hat jî wateyeke taybet hil girtiye.
Ji vê rûniştinê, sempozyûm jî tê de îlham û telkînên
ku bi çalakiyên sazûmanî ku di vê mijarê de werin
nîşandan ronî dike hatine girtin.
Danezanên sempozyûmê bi awayê metnek berfireh
weke weşana OEA’yê ji bala cîhana me ya teknîkê
re hatiye pêşkêşkirin. Lê, hebûna hinek danerên ku
danezana wan di weşanê de cih girtiye û bê ku sedem
nîşan bidin an jî agahî bidin beşdarê civînê nebûne
jî mixabin balê kişandiye. Derdikeve holê ku divê di
sempozyûmên paşerojê de di vê mijarê de beşdarî
hebe û li hember diyardeya bêyî beşdariya bi fizîkî tenê
bi şandina danezanê dahina tevkariyê bêhtir baldar bin.
Di vî warî de, diyar e ku war û mijarên pêwendiyê ku
ji hêla Odeya Endezyarên Sivîl ve hatiye çêkirin bi
sempozyûm, semînerên perwerdehiyê, civînên din ên
cihêreng û bi wan ve girêdayî an jî rasterast bi weşanan
re bên meşandin dê gelek kêrhatî be.
Ev tevgera hesas a Odeya Endezyarên Avahiyan a di
xwedîderketina li mîratên dîrokî de ji hêla dîsîplînên
pîşeyî yên din û xebatkarên giştî ve bi teqdîrî hatiye
pêşwazîkirin û di hêla tevkarîdahina vê çalakiya OEA’yê
di hêla dîsîplînên pîşeyî û giştiyê de bêhtir bi girîngî dê
were şopandin û pûte lê were dahin.

2. Sempozyûm – 2009
Başa dön