Konferansa ji Erdhejê Parastina Mîrata Çandî ku Odeya
Endezyarên Avahiyê bi Konseya Endezyarên Avahiyê
ya Cîhanê (WCCE) û Konseya Endezyarên Avahiyê
ya Ewropayê (ECCE) re bi hevparî hat lidarxistin,
bi mazûvaniya Şaxa OEA ya Antalyayê, di navbera
31 Cotmeh – 1 Mijdar 2011’yan de li Antalyayê hat
lidarxistin.
Axaftinên vekirinê yên konferansê ji hêla Serokê
Lijneya Rêveberiyê ya OEA’yê Serdar Harp, Serokê
Konseya Endezyarên Avahiyê ya Cîhanê (WCCE)
Emilio Colon, Serokê Konseya Endezyarên Avahiyê
ya Ewropayê (ECCE) Gorazd Humar, Serokê Lijneya
Lidarxistina Konferansê Tûgrûl Tankût, Şaredarê Bajarê
Mezin ê Antalyayê Mûstafa Akaydin û li ser navê
Wezareta Çandê ji hêla Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê
Muzeyan û Heyînên Çandî Serhat Akcanî ve hatin kirin.
Serdar Harpê ku di destpêka axaftina xwe de balê
kişand ser rûxîna mezin a ji ber erdheja 23’ê Cotmehê
ku li Wanê pêk hat û piştî erdhejê ji hêla desthilatiya
siyasî ve bi awayek nebaş birêvebirina xebatên lêgerîn
û rizgarkirinê û belavkirina alîkariyê bû sedem ku
veguhere qeyranê û destnîşan kir ku desthilatiyê gavên
li gor pêwîstiya ku em li welatê erdhejê dijîn neavêtin,
tedbîrên pêwîst negirtin û guhên xwe ji hişyarî û
pêşniyarên Odeya Endezyarên Avahiyê re girtin. Serdar
Harpî got ku bi sedan mirovên me berdêla vê helwesta
desthilatiyê bi canê xwe dan, her wiha ji her çar hêlên
Tirkiyeyê karwanên alîkariyê sewqê herêmê hatine kirin
lê ev alîkarî ji ber kêmasiya organîzasyonê negihîştine
gelê ku ji erdhejê zerarê dîtiye. Serdar Harpî diyar kir
ku OEA’yê û YOMET’ê(TMMOB) jî karwanên alîkariyê
şandine herêmê û destnîşan kir ku ew weke Odeyê çi
dibe bila bibe dê li cem gel rêz bigrin.
Serdar Harpî bi jimareyan di der barê rastiya erdhejê
ya Tirkiyeyê de agahî dan û diyar kir ku heta niha
yên ku hatine ser desthilatdariyê li hemberî rastiya
erdhejê tedbîrên pêwîst negirtine, zanistê dane aliyekî
û ji bo destkeftiyên demekurt tev geriyane. Serdar
Harpî diyar kir ku felaketên ku hatine jiyîn ne çarenûs
in û got, “welatê me êdî li şûna nêzîkatiyeke ku bi
dermankirina birînan sînordar e, pêdivî bi nêzîkatiyeke
ku pêşî lê digre, zerarê dadixîne herî kêmiyê, parastina
jiyana mirovan dike armanc, bi tenduristî jiyankirina
mirovan dike armanca sereke û pêdivî bi nêzîkatiyeke
ku di nîvenda wê de mirov cih digre heye. Veguherîna
bûyerên xwezayî yên wek karesatên xwezayî ne
çarenûs e. Hem ji ber pîşeya me hem jî ji ber bergeha
me ya civakparêz e ku; Li erdnîgariyeke ku çav kor
bûne û guh lê kerr bûne, em dê bi awayê çavên ku
dibînin û guhên ku dibhîzin bidomînin. “Em dê bi
ronahiya zanist û teknolojiyê, bi esasgirtina mirovahiyê
li jiyan û gelê xwe xwedî der bikevin”.
Serdar Harpî diyar kir ku axa Anatolyayê mazûvaniya
bi dehan şaristaniyan kiriye, lê mîrateyên dîrokî û çandî
yên van şaristaniyan bi têra xwe nayên parastin û got;
“Axa ku em li ser dijîn, mazûvaniya bi dehan
şaristaniyan kiriye û her şaristaniyê şopa xwe li ser van
axan hiştiye. Berhemên şaristaniyên berê yên ku bi
avahiyên dîrokî der tên pêşberî me, di hêla têgihîştina
raboriya me û guherînên ku dîrokê de hatine jiyandin de
roniyê dide roja me ya îro jî. Xwedîderketina li raboriyê,
bihartina wê tenê bi rast têgihiştina wê pêkan e. Lê
belê mixabin ku me nikarîbû şaristaniyên ku li ser axa
qedîm a Anatolyayê jiyane cihê wan ê di çand û dîroka
me de ji nifşên nû re ragihînin. Em xwedî li mîrata
xwe ya dîrokî û çandî der neketin, li hember talan û
rûxandinên ku hatin jiyandin em bêdeng man.”
Serdar Harpî da zanîn ku divê ev feraset gaveke
zûtir were rakirin û wiha got; “Tenê bi dawîlêanîna vê
ferasetê, em dikarin bi bandora xeraker û rûxîner a
bûyerên xwezayî ku derveyî pêvajoyên me yên îradî
dimînin ya li ser mîrata xwe ya çandî re eleqedar bibin.
Gefên rûxîner ên li ser avahîyên me yên ku heta îro
karîbûn li ser piyan bimînin hê jî berdewam dikin. Rêya
ji holê rakirina van gefan ew e ku bêhtir ji sûdwergirtina
zêdetir a ji ronahiya zanist û teknolojiyê derbas dibe.
Ev gav li ber berpirsyariya ku em li hemberî dîroka xwe
nîşan didin ji bo paşeroja me jî gelek girîng e. Ji ber
ku ev gava ku me bi navbeynkariya konferansa xwe
avêtiye, di nav berdewamiya dîrokê de peywira pireke
bi cih tîne. Ango dê dîrok bi van hewldanên me ber bi
siberojê ve biçe.”
Serdar Harpî bi bîr xist ku endezyariya avahiyê di
parastina avahiyên dîrokî û bi saxlemî dewrkirina wan
a paşerojê de xwedî roleke sereke ye û diyar kir ku
OEA’yê bi vê Konferansê berpirsyariyeke dîrokî bi cih
aniye.
Di konferansê de 43 axaftinên devkî, 12 poster û
2 pêşkêşiyên sazûmanî hatin kirin. Konferansa
navneteweyî ku bi armanca encamên lêkolînê û
sepanên serketî yên ku li welatê me û li cîhanê hatine
kirin bi endezyarên avahiyê û kesên ku bi mijarê re
eleqedar dibin re parve bikin û ji bo parastina avahiyên
dîrokî û çandî yên ku bi sedsalan e digel bûyerên
xwezayî karibûne li piyan bimînin bikaribin di paşerojê
de jî hebûna xwe bidomînin ji derveyî welat û Tirkiyeyê
nêzîkî 300 zanyar, pispor û endezyarên avahîsaziyê
beşdar bûn.
Di domahiya konferansa ku 2 rojan berdewam kir û 9
axaftvanên vexwendî beşdar bûn de, 43 pêşkêşiyên
axaftinên devkî, 12 pêşkêşiyên poster û 2 heb jî
pêşkêşiyên sazûmanî hatin kirin.
Di roja duyemîn a konferansa ku hemû hêlên
xebatên ku divê ji bo parastina mîratên dîrokî û
çandî ya ji erdhejan bên kirin hatin nîqaşkirin de bi
beşdariya Serokê WCCE Emilio Colon, Serokê ECCE
Gorazd Humar û Serdar Harpî li Şaxa OEA ya
Antalyayê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di
civîna çapemeniyê ku bi beşdariya xurt a endamên
çapemeniyê pêk hat de, di der barê erdheja 23’yê
Cotmeha 2011’an de ku li Wanê pêk hat nirxandin hatin
kirin.
Di dawiya konferansê de Serokê Lijneya Lidarxistina
Konferansê Tûgrûl Tankûtî pêşkêşiyek di hêla
nirxandina naverok, berfirehî û organîzasyona
konferansê de nîşan da.
Konferans bi spasiyên Serokê WCCE Emilio Colon,
Serokê ECCE Gorazd Humar û Serokê Lijneya
Rêveberiyê ya OEA’yê Serdar Harpî yên ji bo beşdaran
bi dawî bû.
Ji bo hûn bighîjin Pirtûka Kurteyên Danezana
Konferansê Bitikînin.
Ji bo hûn bighîjin pirtûka axaftin û pêşkêşiyên
axaftvanên vexwendiyê Konferansê Bitikînin.