4. Sempozyûm – 2013

“4’emîn Sempozyûma Zexmkirina Berhemên Dîrokî
û Bi Ewlehî Dewrkirina Li Paşerojê” ya ku Şaxa me
ya Stenbolê li ser navê Odeya me bi rê ve dibir û
demeke dirêj bû amadekariya wê dikirin di navbera
27-29’ê Mijdara 2013’yan de li Stenbolê bi beşdariya
gelek akademîsyen, zanyar û endezyarên avahiyê hat
lidarxistin.
Di sempozyûmê de 7 axaftvanên vexwendî û 33
xwediyên danezanan pêşkêkiyê kirin. Di sempozyûma
ku li ser mîrata dîrokî ku ji raboriyê hatiye dewrgirtin
çawa bê kêmasî dikare bighîje nivşên bê bi hemû
hêlên xwe ve hatin nirxandin de mijarên wekî teknîkên
guncan ku di tamîrkirin û zexmkirina heyînên çandî
de tên bikaranîn, sepanên mînakî û ewlehiya erdhejê
ya binyatî hatin nîqaşkirin. Di sempozyûma ku zanyar
û sepankarên ku di vî warî de dixebitin anîn ba hev
de, rê û rêbazên çawaniya parastina avaniyên dîrokî
yên li welatê me ku erdnîgariya erdhejê ye û di heman
demê de xwedî mîrateke dîrokî ya dewlemend e hatin
nîqaşkirin.
Sempozyûma ku li Navenda Çandê ya Suleyman
Demîrel a ÎTU’yê hat lidarxistin, bi beşdariya Endamê
Hesabdarî yê Lijneya Rêveberiya OEA’yê Nevzat Ersan,
Endamê Lijneya Rêveberiya OEA’yê Cîhat Mazmanoglû,
Endamên Lijneya Rêveberiyê yên Şaxa Stenbolê
ya OEA’yê, Serokên Lijneya Rêveberî û Endamên
Lijneya Rêveberiya hinek Şaxan, Sekretera Giştî ya
OEA’yê Ayşegul Bîldîrîcî Sûna, Lijneya Lidarxistinê ya
Sempozyûmê, Endamên Lijneya Zanistî û Şêwirdariyê û
ya gelek endaman pêk hat.
Sempozyûmê bi axaftinên vekirinê dest pê kir. Di
vekirinê de Nevzat Ersan, Serokê Lijneya Rêveberiyê
ya Şaxa Stenbolê ya OEA’yê Cemal Gokçe, Hevseroka
Lijneya Lidarxistinê ya Sempozyûmê Prof. Dr. Zeynep
Ahûnbay, Gerînendeyê Giştiyê Rolove û Bîrdariyan
ê Stenbolê yê Wezareta Tûrîzm û Çandê Salman
Unlugedîk û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Prof. Dr.
Halûk Egîdoganî mafê axaftinê girtin.
Nevzat Ersanî bi spasiya Lijneya Lidarxistinê, Endamên
Lijneya Zanistî û Şêwirdariyê, Endamên Lijneya Şaxa
Stenbolê ya OEA’yê û xebatkaran ku di amadekirina
sempozyûmê de keda wan hebû dest bi axaftina xwe
kir. Ersanî, anî ziman ku armanca sempozyûmê ew e ku
veguhêziya dîrokî ya ku ji demên qedîm heta roja me
ya îro ji roja îro heta paşerojê dirêj dibe li ser bingehên
qewîn bide rûniştandin. Ersanî destnîşan kir ku OEA bi
awayek birêkûpêk di derbarê jêredîsîplînên teknîkî yên
pîşeyî de çalakiyên teknîkî û zanistî pêk tîne û armanca
wan jî ew e ku bala otorîteyên giştî bikşînin ser mijarê.
Ersanê ku di axaftina xwe de balê kişand ser mîsyona
pîşeya endezyariyê ya di dîrokê de, diyar kir ku
endezyariya avahiyê pîşeyeke herî kêm bi qasî dîroka
mirovahiyê kevn e, şaristanî afirandine û dahine
xuyakirin. Ersanî daxuyand ku taybetiyên civakî, çandî û
aborî hêla razber a şaristaniyan diyar dikin, avanî jî hêla
şênber a şaristaniyan nîşan didin.
Ersanî bal kişand ser vê yekê ku erdhej di hêla
parastina bermahiyên dîrokî û dewrkirina wan a
paşerojê de xeterek mezin pêk tînin û da zanîn ku
erdhej xetereke tunekirinê ye li ser tevkariya ku
endezyarên avahiyê didin pêşketina dîrokê. Nevzat
Ersanî diyar kir ku erdhej ne tenê zerarê dide mirovan,
di heman demê de zerareke mezin dide aborî, jiyana
civakî û danehevên dîrokî jî û wiha got; “Em dê îro li
vir li ser rakirina zerarên ku li avaniyên ku danehevên
dîrokî nîşan didin hatine kirin, zêdekirina qewîntiya
avaniyên ku xwe parastine û li ser avaniyên bîrdariyî
ku di dîroka nêz de hatine çêkirin li gor guncaniya
sêwirana wan neqla paşerojê werin kirin nîqaşê bikin”
“Her avaniyek ku di sempozyûmê de were nîqaşkirin
dê hişmendiya dîrokî derxîne holê, di derbarê avaniyên
dîrokî de bibe sedema çêbûna hestiyariyê û çanda
xwedîderketina li dîrok û avaniyên ku geşedana dîrokî
didin der bide çêkirin.”
Ersan: Tevî avaniyên olî hema hema her tişt ji bo
navendên danûstendinê têne fedakirin
Ersanî di hêla pêwistînedahina mîrata dîrokî û çandî
ya Stenbolê de rexneyên xwe anî ziman û got,
“Stenbol Tirkiye bi xwe ye, wêneyê Anatolyayê ye. Ev
wêne çiqas zelal e, çiqas di bin parastinê de ye? Em
çiqas karibûn xwedî li mîrata dîrokî ya Stenbola ku di
sempozyûmên ku me ji sala 2007’an û vir ve pêk anîne
de ciheke girîng girtiye derkevin? Em dê li bersiva van
pirsan bigerin, lê em dizanin pêwîstîdahina berhemên
dîrokî ya ku heq dikin li hêlek bihêlin, ji bo dabînkirina
parastina wan çi di hêla îradeya giştî de dibe çi di asta
civakî de dibe di warê têgîniyê bi xwe de jî em nikarin
bibêjin ku li gor pêwîstiyê jê re cih hatiye vekirin.”
yên olî jî di nav de hema hema her tişt ji bo navendên
danûstendinê (AVM) hatine fedakirin û wiha got,
“Ji bo
ev avanî werin çêkirin carna mîrata me ya çandî ya ku
carinan li pêşiya avakirina van avaniyan dibe asteng, ji
bo berjewendiyê tê tunekirin û lijneyên parastinê yên
ku ji parastina van avaniyan berpirsyar in bi zagonên
torbe têne birêkûpêkirin. Ma divê em li mîratên xwe yên
çandî bi vî awayî xwedî derkevin? “
Gokçe: Li şûna plansaziya bajariyî proje tên
pêşbazîkirin
Serokê Şaxa Stenbolê ya OEA’yê Cemal Gokçeyî jî
di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser cihê
erdnîgarî, raboriya dîrokî û mîrata dîrokî ya dewlemend
a Tirkiyeyê ku di dirêjahiya dîrokê de mazûvaniyê kiriye.
Gokçeyî balê kişand ser girîngiya ewlekariya heyînên
çandî û parastina wan a ji erdhej û bandorên din ên
hawirdorê, û destnîşan kir ku li welatên ku demokrasî
û feraseta rêveberiya beşdarkar bi tevahî rûneniştiye,
parastina heyînên çandî dijwar e.
Gokçe li ser girîngiya nirxandin û plansazkirina bajaran
a bi tevahî û bi parastinî dewrkirina van nirxan a li
paşerojê sekinî û got, nûkirina beşeke girîng a stoka
avaniyên li bajaran bêgavî ye, li ser mijara nûkirina
bajariyî wekî plansaziyeke bajariyî ya tevayî nehatiye
sekinandin, zêdetir di pîvana mekanî de li ser hatiye
sekinandin û destnîşan kir ku di rasteka mekanî
de sekinandina li ser mijarê ji aqilê Hevpar, estetîk,
jiyanbarî û armanckirina jiyaneke domdar dûr dimîne.
Gokçeyî got,
“A rast pergaleke bi tewereya rantê ku
berjewendiyên kom û şexsan li ber çavan digire,
mixabin bi têgîna veguherîna bajarî re dikeve rewşa
hemtabûnê. Di pêvajoya nûkirin û veguhertina bajariyî
ya ku di vê wergiriyê tê kirin de, divê di feraseta
plansaziyê de jibîrnekirina rêgezên xweparastina
ji erdhejê, mafên bajariyan, mafên bi mulkiyetê re
eleqedar û mafên mirovan jî di nav mijarên sereke de
bin. Hal bi hal li welatê me bi avakirina xaneyên ku
nû tên çêkirin û sepanên veguherîna bajariyî qadên
xaneyan biçûk dibin, plan ji hev belav dibin, mîratên
çandî tên tunekirin, germahiyên bajariyî zêde dibin û
ekosîstem têk diçe.”
Gokçeyî destnîşan kir ku erdhej bi feraseta ‘hilweşîneçêke’ – nêzîkatiya mutehîtî – dikeve rojevê, ji kapîtalîzma
pîşesazî berlêbûna kapîtalîzma fînansî re di bergeha
mekana bajariyî de jî cihêrengiyeke çê bûye, êdî bajar li
şûna pêşveçûna berwariyê, ketine serdema mezinbûna
tîkane û pergala hiqûqê jî ji vê re hatiye adeptekirin.
Gukçeyî bi bîr xist ku pêşî avahî, pişt re projeyên
avahiyê û herî dawî jî xebatên fîzibilîte hatin kirin û got,
“Li şûna plansaziya bajariyî proje tên pêşbazîkirin.”
Gokçeyî balê kişand ser girîngiya di sempozyûmê
de nîqaşkirina mijarên wek tevî teknîkên guncan
ên ku di tamîrkirin û zexmkirina heyînên çandî
de têne bikaranîn, mijarên wek sepanên mînakî û
ewlehiya erdhejê ya binyatî û balê kişand ku tevî ya
endezyarên avahiyê û mîmaran di hêla alîkarbûna
bilindkirina hişmendiya kesên ji pîşeyên din, burokrasî û
eleqedarên din de ku di qedemeya rêveberiyê de ne dê
girîng be.
Zeynep Ahûnbayê jî got,
“Li ba hev dîtin û nirxandina
sepan û lêkolînên zanistî ku ji hêla akademîsyen,
avakarên sepîner û kesên pîşekar ve li gelek qadên
dîrokî û cîwariyên derveyî Stenbolê yên wekî Afyon,
Enqere, Antalya, Amasya, Bûrsa, Edîrne, Erzirom, Îzmîr
û Îzmît, Kapadokya, Kemaliye, Nîgdeyê meşandine
girîng e. Ji derveyî welêt proje û sepana di derbarê
restorekirina Pira Drîna ya ku ji hêla Sokollû Mehmet
Paşayî ve li Bosna Hersekê hatiye çêkirin, weke
hewldaneke dirêjî derveyî welêt a di hêla parastina
mîrata çandî ya gerdûnî ya Tirkiyeyê balê dikşîne.”
Ahûnbayê balê kişand ser hêla navdîsîplînî ya mijara
parastinê û destnîşan kir ku endezyarên avahiyê di
çareserkirina pirsgirêkên avaniyên dîrokî bi taybetî jî
yên binyatgerî (strukturel) de erkên girîng digirin ser
milê xwe. Ahûnbayê wiha got,
“Lê belê endezyarên
avahiyê tenê di dema perwerdehiya xwe ya lîsansa
bilind de dikarin bi rêgez û teoriyên parastinê
yên navneteweyî re hevnas bibin. Bi vê wateyê
sempozyûmên wek vê di warê parvekirina agahiyan de
pir girîng in.”
Salman Unlugedîkî diyar kir ku ew li ser navê Wezîrê
Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk beşdarî Sempozyûmê
bûye û da zanîn ku nêzî 38 hezar avaniyên tescîlkirî
hene. Unlugedîkî bal kişand ser zehmetiyên xebatên
parastinê yên li Stenbolê ku tenê ji hêla Wezaretê ve
tên çareserkirin û da zanîn ku xebatên curbecur ên
arasteyî heyînên çandî yên neguhêzbar wek Ayasofya
û Seraya Topkapiyê dewam dikin û hê jî ji bo van
avaniyan bi xwe jî projeyek yekpareyî ya parastinê tune
ye.
Haluk Eyîdoganî jî balê kişand ku di mijara parastina
avanî û tevînekên dîrokî de hikûmet ne xwediyê
planeke master a parastineke yekpareyî ye. Eyidoganî
diyar kir ku di der barê Çarşiya Girtî de ku yek ji
sembolên girîng ên Stenbolê ye pêşniyazpirsê dahiye
û da zanîn ku Çarşiya Girtî di hêla statîk, qewîniya li
hember erdhejê, taybetmendiyên xwe yên mîmarî de
ji qatî û banî bigre heta dîwarên xwe yên ku hatine
nihandin di rewşeke pir xerab de ye. Eyîdoganê ku li
ser biryara Meclisa Giştî ya Bajarê Stenbolê ya di hêla
guhertina navê Yassiadayê wek “Girava Demokrasî û
Azadiyê” de axivî rêgezên Şertê Bajariyî ya Ewropayê
bi bîr xist û got ku li bajaran şertê gihîştina serkeftinê
ya di her cure pirsgirêkan de girêdayê diyalogakirina bi
şexs û rêxistinên civaka sivîl re ye.
Danezan di neh rûniştinan de hatin pêşkêşkirin
Rûniştina pêşî ya sempozyûmê ji hêla Cemal Gokçe ve
hate birêvebirin. Di vê rûniştinê de Axaftvana Vexwendî
Zeyneb Ahûnbayê agahiyên arasteyî “Di Parastina
Mîrata me ya Çandî de, Girîngiya Xebatên Navbera
Dîsîplînan” de agahî dan. Ahûnbayê diyar kir ku li
Tirkiyeyê kopyaya ku li dewsa berhem an jî avaniyekî
dîrokî tê çêkirin, wekî serfiraziyek tê dîtin û diyar kir ku
wateya parastina berhem û avaniyên dîrokî parastina
puxteya berhemê ye û diyar kir ku kopyayên berheman
ji maketê wêdetir ne tiştek in û got “Mixabin li Tirkiyeyê
dema kopya werin çêkirin ji vê rê serfirazî tê gotin”.
Ahûnbaya ku di derbarê Teoriya Parastina Hemdem û
Rêznameyên Parastina Sîte û Bîrdariyên Navneteweyî
de agahî dan, ji heremên cûrbecûr ên Tirkiyeyê
mînakên gelek berheman ên wek “Medreseya Gok a
Tokatê, Mizgefta Kale ya Mêrdînê, Pira Ûzûnkemer
a Mîmar Sînan û Karwanseraya Buyukçekmeceyê”
dan û destnîşan kir ku wekî gelek avadaniyên dîrokî
ku di mînakan de jî hene, lêxweyîtiya avadanî û
berhemên dîrokî jî têne îhmal kirin. Ahûnbayê got
“Wekî mînak Ûzûnkemera Mîmar Sînan demekê dirêj
bêxweyî hat hiştin.” Ahûnbayê diyar kir li Tirkiye gelek
avaniyên dîrokî yên resen û textîn(ahşap) hene û ji
ber pûtepênedana pêwîst a di dema restorasyona van
avaniyên textîn de resenî û tevînekên xwe winda dikin.
Di vê rûniştinê de, piştî pêşkêşiya danezana bi
sernavê “Di Serdema Zû ya Komarê de Nêzîkahiyên
Zexmkirina Avaniyên Bîrdarî” ku ji hêla Bûrcû Selcen
Coşkûn-Demet Bînan ve hatiye amadekirin, danezana
bi sernavê “Nirxandina Xebatên Restorasyonê Ku Li
Dêrên Kolandiyê Zinar Ên Kapadokyayê Pêk Hatine” ku
ji hêla Bîlal Bîlgîlî-Gulsun Tanyelî ve hatiye amadekirin,
hat pêşkêşkirin.
Rûniştina duyemîn ji hêla Hasan Bodûroglû ve hate
birêvebirin. Di vê rûniştinê de ji hêla Axaftvanê
Vexwendî Ferîdûn Çiliyî ve danezana bi sernavê “Di
Avaniyên Dîrokî de Rêbazên Tamîrat û Zexmkirinê,
Çareseriyên Kitekitî” hat pêşkêşkirin. Her wiha
danezanên bi sernavê “Li Merîç, Tûnca, Ergene û
Milên Wan Pirên Kevirîn ên Dîrokî ” ku ji hêla Ahmet
Alkan-Yalçin Ozdemîr-Yalçin Arisoyî ve hatiye
amadekirin,
”Çêkirina Asasê Mizgefta Nûr-û Osmaniye”
ku ji hêla Omer Dabanli-Ferîdûn Çili-Yegân Kâhya
ve hatiye amadekirin,
“Pergalên Çêkirina Koşkên
Textîn(Ahşap) Ku Piştî Erdhêja 1894’an Hatine
Avakirin-Mînaka Koşkên Efendiyan Seraya Yildiz” ku ji
hêla Damla Acar-Denîz Mazlûm ve hatiye amadekirin,
“Lêkolînkirina Hêla Teknîkên Çêkirina Avaniyên bi
Mînaka Mîmariya Sivîl ya li Gundê Gorukleya Bûrsayê”
ku li hêla Ozlem Koprulu Bagbanci-Elîf Acar Bîlgînê ve
hatibûn amadekirin hatin pêşkêşkirin.
Rûniştina sêyemîn ji hêla Fevziye Akoz ve hat
birêvebirin. Di vê rûniştinê de Axaftvanê Vexwendî
Kutay Ozaydin bi danezana xwe ya bi sernavê “Di
Berhemên Dîrokî De Xesarên ku ji Zemînê Pêk Tên û
Pêşniyarên Mudaxileyên Guncan” cih girt û danezana
bi sernavê “Di Lêkolînkirina Binyata Textî de Bikaranîna
Metodên Spektroskopîk(FTIR-ATR)” ku ji hêla Nûray
Yilgor ve hatiye amadekirin pêşkêş kir.
Rûniştina çaremîn ji hêla Nadîde Seçkîn ve hat
birêvebirin. Di vê rûniştinê de wekî axaftvana vexwendî
bi danezana bi sernavê “Di parastina Heyînên Çandî
de Nirxandinên Ser Bikaranîna Malzeme” Yegan
Kahyayê cih girt. Di vê rûniştinê de danezanên bi
sernavê “Nirxandinên Gişti li ser Taybetmendiyên
Mekanîka Pergala Xerca Kirêc-Tuxla ya Avaniyên
Dîrokî yên Kargîr yên li Stenbolê” ku ji hêla Bekîr
Yilmaz Pekmezcî-Fatîh Guler-Egemen Arabaci-Bûrak
Yorûlmaz hatiye amadekirin,
“Karekterîzasyona
Malzeme yên Dêrekî Anatolyayê Sedsala 19’yan
û Pêşniyazên Konservasyonê: Dêra Ermeni ya
Nîgde” ku ji hêla Omer Dabanli-Ahmet Ersen hatiye
amadekirin,
“Taybetmendiyên Mekanîk yên Xercên
Kirêc a ku Lîfên PVA û PP Dihundirînin” ku ji hêla Erman
Yîgît Tûncel-Işil Polat Pekmezcî-Bekîr Yilmaz Pekmezcî
ve hatiye amadekirin cih girtin.
Rûniştina pêncemîn ji hêla Ûgûr Ersoy ve hate
birêvebirin. Di vê rûniştinê de ji hêla axaftvanê
vexwendî Mûstafa Erdîkî ve danezana bi sernavê
“Zexmkirina ji Erdhêjê ya Muzeya Dêra Aya Îrînî”
hat pêşkêşkirin. Her wiha danezanên bi sernavê
“Lêkolînkirina Binyatî ya Mizgeftên Dîrokî: Mîzgeftên
Mîmar Sînan” ku ji hêla G. Çagil Koseoglû ve hatiye
amadekirin,
“Pergalên Ragira Minareyên Textîn û
Mînaka Mizgefta Zibinci” ku ji hêla Mehmet Selîm
Okten-Cem Haydaroglû-Bûrcû Balaban Okten-Bahadir
Bozdag ve hatiye amadekirin,
“Tevgerên Erdhêjê yên
Avaniyên ku di Nav Kompleksa Avahiya Sînagoga
Mezin a ku li Edirne Kaleîçî Cih Digre” ku ji hêla Ayşe
Kopûz-Omur Sepetçî ve hatiye amadekirin, cih girtin.
Rûniştina şeşemîn ji hêla Alper Îlkî ve hate birêvebirin.
Di vê rûniştinê de ji hêla axaftvanê vexwendî Tûgrûl
Tankûtî ve danezana bi sernavê “Di Derbarê Zexmkirina
Avaniyên Dîrokî de” hat pêşkêşkirin. Di vê rûniştinê de
danezanên bi sernavê “Pirsgirêkên Binyatî yên Dêra
Aya Vukulos, Îzmîr, û Sepandinên Restorasyonê” ku ji
hêla Başak Îpekoglû-Fûnda Yaka Çetîn-Kerem Şerîfakî
ve hatiye amadekirin,
“Restorasyona Qonaxa Gemlîk
Paşaya Dîrokî û Xebatên Zexmkirinê” ku ji hêla M. Bîlal
Bagbancî hatiye amadekirin,
“Xebatên Restorasyonê
yê di Wergiriya Karên Zexmkirin û Tamîratên Pira Dîrokî
ya Tûnca ya ku di Navênda Bajêra Edîrne Cih Digre” ku
ji hêla Taner Herguner-Nûrdan Apaydin-Pinar Gokê ve
hatiye amadekirin cih girtin.
Rûniştina heftemîn ji hêla Cîhat Mazmanoglû ve hate
birêvebirin. Di vê rûniştinê de danezanên bi sernavê
“Diyarkirina Taybetmendiyên Malzemeyên Xerc û
Tûxlayên di Hemamên Serdema Romayê ya li Myra’yê
de Hatine Bikaranîn” ku ji hêla Cem Ogûz-Fîkret
Turker-N. Ûgûr Koçkalî ve hatiye amadekirin,
“Di
Mînakên Avaniyên Bîzans, Selçûkî û Osmanî de
Lêhûrbûna Ser Metodên Ezmûnî yên ku Terîfkirina
Xercên Kilsê de Hatine Sepandin” ku ji hêla Serhan
Ûlûkaya-Nabî Yuzer-A. Bînnaz Hazar Yorûçê ve hatiye
amadekirin,
“Medreseya Erzirom Hatûniye(Bi Cot
Minare) û Lêkolînên Taybetmendiyên Malzemeyan”
ku ji hêla Fevzîye Akoz-Nadîde Seçkîn-Nabî Yuzerî ve
hatiye amadekirin,
“Taybetmendiyên Malzemeyên
Axî ku di Lêkirina Dîwar û Banên Xaniyên Kevneşop
ên Kemaliyeyê(Egîn) de Hatine Bikaranîn” ku ji hêla
Dîlek Ekşî Akbûlût-Ezgî Korkmaz-Bûrak Yolcû-Mehmet
Berîlgenî ve hatiye amadekirin cih girtin.
Rûniştina heştemîn ji hêla Ozkan Şengul ve hat
birêvebirin. Di vê rûniştinê de wekî axaftvanê vexwendî
Halîde Sert bi danezana “Xebatên Sepandin û Projeya
Restorasyonê ku di Pira Dîrokiya Sokullû Mehmet
Paşayê de Hatine Bicihanîn ya li Ser Çemê Drîna ya li
Bosna-Hersekê” cih girt.
Di vê rûniştinê de danezanên bi sernavê “Nirxandinek
Giştî ya Performansa Avahîsazî û Malzeme ya li ser
Çend Berhemên Mîmar Kemalettîn ya li Stenbolê”
ku ji hêla Selen Ekîncî-Tûgrûl Tûran-Bekîr Yilmaz
Pekmezcî-Bûrak Yorûlmaz-Saît Dûsakî ve hatiye
amadekirin,
”Bi Encamên Pîvana Dînamîk Kalîbrasyona
Taybetmendiyên Mekanîk ya Avaniyên Dîrokî” ku ji hêla
Nejat Bayulke-Oktay Bozkûrt-Fîkret Kûranî ve hatiye
amadekirin cih girtin.
Rûniştina nehemîn ji hêla Farûk Karadogan ve hate
birêvebirin. Di vê rûniştinê de danezanên bi sernavê
“Xisarên Erdhêje ya Avahiya Tewle(Axor) ya di Qada
Kocaelî Çûhane û Pêşniyazên Parastinê” ku ji hêla
Elîf Ozlem Aydin-Cahîde Aydin Îpekçî-Aynûr Hazir
Kaşikarayê ve hatiye amadekirin,
“Rewşa Heyî ya
Qubên Estûnên Kullîye ya Atîk Valîde û Tamîratên
Wan” ku ji hêla Tûrgût Kocaturk-Ogûz Ceylan-Abdullah
Aslanî ve hatiye amadekirin,
“Nirxandina Metodên
Enjeksîyonê(Grouting) ku di Tamîratên Avaniyên Dîrokî
de Têne Bikaranîn” ku ji hêla Dîdem Oktay-Nabî Yuzerî
ve hatiye amadekirin,
“Zexmkirina Dîwarên Tuxleyên
Dîrokî bi Xercên bi Arastina Tekstîl (TRM)” ku ji hêla
Pelîn Elîf Mezrea-Îrem Ayşe Yilmaz-Medîne Îspîr-Îhsan
Engîn Bal-Alper Îlkîyî ve hatiye amadekirin cih girtin.
Piştê rûniştinên Sempozyûmê bi Panel-Forûm’a bi
mijara “Rêgezên Mewzûat û Parastinê” berdewam
kir. Panel-Forûm a ku rêveberina rûniştinê ji hêla
Zeynep Ahûnbay ve hate kirin wekî axaftvan
Tûgrûl Tonkût(ODTU), Yegan Kahya(ÎTU),
Halîde Sert (Gerînendeya Şaxa Pirên Dîrokî ya
Serokatiya Daîreya Avaniyên Hunerî KGM), Selman
Unlugedîk(Gerînendetiya Giştî ya Muzeyan a Heyînên
Çandî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê), Kazim Gokhan
Elgîn (Rêvebirê ÎSMEP’ê) beşdar bûn.
Ji bo dîmengirtina Pirtûka Danezanan a 4.
Sempozyûma Zexmkirina Berhemên Dîrokî û Bi Ewlehî
Dewrkirina li Paşerojê Bitikînin

4. Sempozyûm – 2013
Başa dön