“5. Sempozyûma Zexmkirina Berhemên Dîrokî û Bi
Ewlehî Dewrkirina Li Paşerojê”, ji hêla Odeya me ve li
Erzeromê pêk hat. Sempozyûma ku Şaxa Erzirom û
Şaxa Îzmîrê ya OEA’yê(İMO) birêvebirina wê girtibûn
ser xwe 3 rojan berdewam kir.
Sempozyûma ku ji înternetê wek zindî hat weşandin, li
Navenda Pêşanî û Çandê ya Nenehatûn a Zanîngeha
Ataturk hat lidarxistin. Di sempozyûma ku di 1’ê
Cotmehê piştî rêzgirtin û xwendina sirûda netewî dest
pê kir de Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê yê Şaxa
Erziromê Îlhan Tohûmcû û Serokê Şaxa Îzmîrê Ayhan
Emeklîyî mafê axaftinê girtin û axaftina vekirinê kirin.
Pişt re Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya me Nevzat
Ersan hat kursiyê û diyar kir ku dê di nav lêgerîna çawa
û bi kîjan rêbazî veguhastina paşerojê ya berhemên ku
şahidiya dîrokê kirine û hilgirê dîrokê de bin.
Ersanî bal kişand ku Tirkiye welatekî erdhêjê ye û da
zanîn ku hişmendiya dîrokî bi têra xwe pêş neketiye
û got “Ji ber sedemên şer, xemsarî, pûtepênedanî û
bikaranîna xerab berhemên dîrokî ji qedera xwe re
tên hiştin.” Ersanî anî ziman ku Odeya Endezyarên
Avahiyê bi armanca raxistina berçavan a berhemên
dîrokî, li hember erdhejê parastina mîrata me ya çandî,
pêkanîna geşedana hesta xwedîbûniya di derbarê wan
de û li heman zemînê anîna ba hev a akademîsyen,
dîrokzan, endezyarên avahiyê û mîmaran û di nav
hewldana nîqaşkirina mijarê de ye.
Piştî Nevzat Ersanî Wekîlê Rektorê Zanîngeha Teknîkê
ya Erziromê Prof. Dr. Îrfan Kaymaz û Wekîlê Rektorê
Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Îrfan Kufrevîoglû mafê
axaftinê girtin axaftinên xwe kirin.
Ji ber tevkariya wî ya sempozyûmê û mazûvanîkirinê
bi spasî ki Wekîlê Rektorê Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr.
Îrfan Kufrevîoglûyî re ji hêla Endamê Hesabdarê Odeya
Endezyarên Avahiyê Cîhat Mazmanoglû ve plaket hat
dayîn. Her wiha ji ber tevkariyên wan ji Wekîlê Rektorê
Zanîngeha Teknîk ya Erziromê Prof. Dr. Îrfan Kaymazê
ku di vekirinê de axavî re ji hêla Endamê Lijneya
Rêveberiya Endezyarên Avahiyê Necatî Atici ve, ji
Serokê Şaredariya Mezina Erziromê Mehmet Sekmenî
re ji hêla Serokê 2. ê Odeya Endezyarên Avahiyê Şukru
Erdemî ve, ji Alîkarê Waliyê Bajarê Erziromê Fatîh Gulî
re ji hêla Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên
Avahiyê Nevzat Ersanî ve bi spasî plaket hatin
teqdîmkirin.
Piştî dawîhatina axaftinên vekirinê, derbasbûna li
rûniştina pêşkêşiya axaftvanên vexwendî pêk hat.
Pêşkêşiyên danezanan ku beşdaran 3 rojan eleqeyeke
zêde nîşan dan li salonên A û B pêkhatin.
Roja pêşî ji Zanîngeha Portekîz Mînhho Prof. Dr.Paulo
Lourenço û ji Zanîngeha Dewletên Yekbûyiyên
Emerîqa Ohaîo Prof.Dr. Halîl Sezen ku wekî axaftvanên
vexwendî hatibûn dawet kirin pêşkeşîyên xwe kirin.
Roja Înê ya 2’yê Cotmehê Doç. Dr. ê Alîkar Nûrçîn
Çelîk a ku axaftvanê vexwendiyekî din bû pêşkêşiya
xwe pêk anî. Piştê Çelîkê ji hêla Gerînendetiya
Giştiya Riyênbejahî, Gerînendetiya Giştiya Weqfan û
Şaredariya Bajarê Mezinê Erziromê her yekî di qada
xizmetên xwe de, di mijara restorasyonên berhemên
dîrokî de pêşkêşiyên sazûmanî hatin kirin. Di roja 3’yê
Cotmehê roja Şemîyê jî ku roja dawiya sempozyûmê
bû, di panela ku piştî pêşkeşîyên danezanan pêk hat
de panelîst û beşdaran anîn ziman ku sempozyûm
gelek bi berdar û serkeftî derbas bûye û diyarkirin ku ji
bo sempozyûma pêş bi awayekî baştir pêk were divê
hemû kitekit bêne fikirin.
Piştê panelê bi komekî nezî 100 kesan berhemên
dîrokî yên li Erziromê, bi taybetî aîdê serdema dewletên
Saltûqî û Îlhanli yên wekî Medreseya Yaqûtiye,
Mizgefta Cot Minare, Embarên Kevirî, Taşhan, Keleha
Erziromê gerîn pêk hat.
Ji bo hûn bighîjin Pirtûka Danezanan a Sempozyûma
Zexmkirina Berhemên Dîrokî û Bi Ewlehî Dewrkirina Li
Paşerojê hûn dikarin li Cîld 1 – Cîld 2 bitikînin
5. Sempozyûm – 2015