6emîn Sempozyûma Parastin û Xurtkirina Avaniyên Dîrokî ya bi Beşdariya Navneteweyî ku ji hêla OEA’ya Stenbolê û Şaxên Trabzonê ve li ser navê Odeya Endezyarên Avahiyê bi hevparî hat organîzekirin, di navbera 2-4’ê Mijdara 2017’an de li Trabzonê ji hêla Zanîngeha Teknîkî ya Karadenîzê li Navenda Kongre û Çandê ya Prof. Dr. Osman Tûran pêk hat. Axaftinên vekirinê yên civînê ji hêla Serokê Lijneya Rêveber ê OEA’yê Cemal Gokçe, Serokê Şaxa Stenbolê Nûsret Sûna, Serokê Şaxa OEA’yê yê Trabzonê Mûstafa Yaylalî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Tranzonê Orhan Fevzî Gumrukçuoglûyî ve hatin kirin.
Rûniştina pêşîn a sempozyûmê ji hêla Prof. Dr. Alper ÎLKÎyî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, Axaftvan Gianmarco de FELICEyî danezanên xwe yên bi sernavê “Tekstîlên ku Ji Bo Bihêzkirina Avahîyên Dîrokî yên li Hember Erdhejan Ji Derve Hatine Pêvekirin” û axaftvanê din ê vexwendî Nîcola BERLUCCHI danezanên xwe yên bi sernavê “Restorasyon û Xurtkirina Avaniyên Bîrdariyî: Pêdiviya Nêzîkahiyeke Pir Dîsiplînî” pêşkêş kirin.
Rûniştina duyemîn ji hêla Serokê me yê Odeyê Cemal GOKÇEyî ve hat birêvebirin. Pêşkêşkirina Gerînendetiya Giştî ya Weqfan ji hêla Şengul KONCAGUL ve, pêşkêşkirina Gerînendetiya Giştî ya Rêbejan (Ji bo Bîranîna Halîde SERT) ji hêla Suheyla YILMAZ ve, Pêşkêşkirina Encamên Komxebata Şaxa OEA ya Aydinê ji hêla Prof. Dr. Ayşe SAGSOZê ve, Pêşkêşkirina Encamên Komxebata Şaxa OEA ya Hatayê jî Alk. Doç. Dr. Mîne TEMÎZ’ê ve hat pêşkêşkirin.
Rûniştina Sêyemîn ji hêla Prof. Dr. Fevziye AKOZ û Serokê Şaxa me Nûsret SÛNA ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek rêbernameya birêvebirina rîska erdhejê ya avaniyên dîrokî yên li Tirkiyeyê, Xebatên Tamîrkirin û Xurtkirina Arasteyî Restorasyona Mizgefta Fatîh Ortahîsar a Trabzonê, Di Avaniyên Îbadetê yên Civakên Cuda de (Dêr / Mizgeft) Di Pergala Binyatî de Bikaranîna Malzemeya Textîn: Pêşniyareke Rêveberiyê Dêra Hagîa Trîada, Pêşniyarên Parastin û Vekolîna Li Ser Du Avaniyan a Pergalên Ser Banê yên Hesinî yên Darphane-Î Amîre cih girtin.
Rûniştina çaremîn, ji hêla Prof. Dr. Nabî YUZER û Sekreterê Odeyê Huseyîn KAYAyî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên di Hesaba Tevgerên Dînamîkî ya Avahiyên Lodkirinên Dîrokî de Tayînkirina Taybetmendiyên Malzemeyên Pêwîst: Mînaka Mizgefta Lala Paşa, Vekolîna Qewîniya Sulfatê ya Xercên Restorasyonê yên Bi Teqwîyeya Rîşalka Bazaltê Û Gûhesina Firina Bilind, Bandora Gêlên(kîlên) ku di Mawe û Germahiya Cuda de Hatiye Kalsînekirin a li ser Xerca Kilsî(Kirêcî), Alterasyonên Bakterî û Kevzên di Kevirên Avaniyên Dîrokî de û Lêkolînek Li Ser Bikaranîna Xercên Kompozît ên Nifşên Nû yên Bi Armanca Tamîrkirina Avaniyên Dîrokî-Kevn cih girtin.
Rûniştina pêncemîn ji hêla Prof. Dr. Ayşe DALOGLÛ û Serokê OEA yê Trabzonê Mûstafa YAYLALI ve hat birêvebirin.
Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên bi mijarên wek Aşên Avê yên Herêma Zonguldakê û Taybetmendiyên Wan ên Teknîkî, Domdariya Dîrokî û Pirsgirêkên Parastinê yên Tekyaya Seyît Battal Gazî, Lêkolînkirina Xaniyên Tirk ên Kevneşopî yên li Taxa Sutçuler a Ispartayê, Di Mînaka Du Avaniyên Bîrdariyî yên bi Pîvanga Biçûk de Nêzikahiya Parastinê û Gelşeyiya Parastina Nirxên Medreseyan a di Fonksyonkirina ji Nû ve de; û Mînakên Medreseya Hadîm Hesen Paşa û Medreseya Esekapiyê cih girtin.
Rûniştina şeşemîn ji hêla Prof. Dr. Şakir ERDOGDÛ û Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa OEA yê Trabzonê Dr. Îsmet ÇALIKî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek Taybetmendiyên Avaniyî yên Çarçoveyên Betonarme yên di Santrala Elektrîkê ya Sîlahtaragayê de, Taybetmendiyên Sewaxa Hemama Kevin a Aydinê, Teknîka Avaniyê ya Mozaîkên Rayêxî yên Serdema Romayê û Taybetmendiyên Malzemeyan, Bi Teqwiyeya Çîmento ya Xercên Kilsa Bilûfik a Polîpropîlen û Xweliya Fûrek Başkirina Taybetmendiyên Mekanîkî û Sêwirana Malzemeya Enjeksiyonê ya bi Bingehiya Kilsa Hîdrolîk û Lêkolînkirina Karibûniya Enjektekirinê cih girtin.
Rûniştina heftemîn ji hêla Prof. Dr. Zeynep AHUNBAY û Endamê Hesabdarê Odeya me Doç. Alk. Dr. Cem OGÛZî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek Dorhêlana Frekans û Demê ya Mizgefta Fatîhê ya Analîzên Berteka Erdhejê, Bi Numerîkî(Jimariyî) Lêkolînkirina Tevgerên Hundir ên Rastekê ya Dîwarên Lodî yên Bêarasteyî, Xebata Rewşeke Arasteyî Hêzdarkirina Mizgeftên Dîrokî yên bi Pergalên Ragirên Textîn, Di Avaniyên Lodî yên Dîrokî de Sepandina Rêbaza Tehna Statîkî û Modelkirina Matematîkî ya Muzeya Mewlana ya Konyayê û Nirxandina Encaman cih girtin.
Rûniştina heştemîn ji hêla Endamê me yê Sekreterê Şaxê Doç. Dr. Mûrat Serdar KIRÇIL û Endama me ya Lijneya Rêveberiyê ya Şaxa Trabzonê ya OEA’yê Alk. Doçent Profesor. Tûgçe ANILANê ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên bi mijarên wek Nirxandinek Arasteyî Parastina Avaniyên Dîrokî yên Perwerdehiyê ku Fonksiyonên Xwe yên Resen Didomînin: “Mînaka Menemen, Îzmîr”, “Şopandina Rêça Avaniyek ji Sînemayê heta Dêra Fethiye (Megrî) Aya Nîkolas…”, “Di Avaniyên Dîrokî de Gihînî û Bikaranînî” û “Restorasyon û Ji Nû Ve Bifonksiyonkirina Avaniya Tîre Bedesten a Dîrokî” cih girtin.
Rûniştina nehemîn ji hêla Doç. Dr. Kemal BEYEN û Serokê Duyemîn ê Odeya me Şukru ERDEMî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek Bi Rêbazên Ezmûnî û Analîtîk Diyarkirina Karakterîstîkên Dînamîk ên Mizgeftek Dîrokî, Bi Firehiya Pirî ve Girêdayî Texmînkirina Tevgerên Modal ên Pirên Kemer Kevirî yên Dîrokî, Di Pirên Kemer Kevirî yên Dîrokî de Sedemên Xesarê û Teknîkên Tamîrkirinê, Li Tevgera Avaniya Dîrokî Bandora Şertên Erdhejê yên Zemîn, Mesnet, Berwarî û Qincî û Analîza Erdheje ya Avaniyên Dîrokî û Mînaka Kargi Hanê cih girtin.
Rûniştina dehemîn ji hêla Prof. Dr. Adem DOGANGUN û Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya me Necatî ATICIyî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek Bifonksiyonkirin û Ji Nû Ve Bikaranîna Xaniyên Kelepûrî: Mînaka Yozgatê, Li gorî Pergalên Lêkirinê, Dabeşandina Pirên Textîn ên Dîrokî ku li Tirkiyeyê ne, Bi Nirxên Xwe yên Resen Parastina Avaniya Xaniyek Textîn ya Kelepûrî ya li Kûşadasiyê, Xebatên Analîzên Bastûrî ya Keleha Seddulbahir û Terîfkirina Dînamîk a di Bin Hejîna Serbest de û di Avaniyên Dîrokî de Parastina Qeraxê: Sepana Keleha Seddulbahir a Çanakkaleyê cih girtin.
Rûniştina yazdemîn ji hêla Prof. Dr. Ayşe DALOGLÛyê ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de Axaftvana Vexwenî Prof. Dr. Zeynep AHUNBAYê danezana xwe ya bi sernavê, Parastina Mîrateyeke Cîhanê: Ayasofya û Axaftvanê din ê Vexwendî Prof. Dr. Ogûz CEYLANî jî danezana xwe ya bi sernavê Dêra Ayîos Yeorgîos ya Edîrnekapi û Meşrûtayên Wê (Avahiya Dibistanê, Mala Keşîş, Mala Nobedar, Zengilxane, Dîwarên Baxçeyê, Kanî) Sepana Restoradyonê ya Salên 2014-2015-2016-2017yan pêşkêş kirin.
Rûniştina dozdemîn ji hêla Prof. Dr. Erdem CANBAY û Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya me Cîhat MAZMANOGLÛ û Necatî ATICIyî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de, pêşkêşiyên bi mijarên wek, Nirxandinek Li Ser Sepana Tamîrkirina Mizgefta II.Bayezîd a di Navbera Salên 2013 û 2016yan de, Kalibrasyona Model a Li gorî Bandorên Derveyê Rastekî ya Dîwarên Lodên Kevirî yên Sê Tebeqe ku Avahiyên Lodî Pêk Tînin: Mînak Mizgefta Îsabeyê, Di Xusûsiyeta Mizgefta Zal Paşa de Guherîna Girêdayî Meziniya Erdhejê ya Li Ser Fealiyeta Performansa Avaniya Dîrokî ya Sepana Îzolasyona Sîsmîkî, Çatalca, Nirxandina Restorasyona 1983 ya Mizgefta Înceğiz û Pêşniyar û di Deriyeke Bîrdariyî ya Dîrokî de Pêşniyarên Parastinê cih girtin.
Rûniştina sêzdemîn ji hêla Doç. Dr. Arîf Emre SAGSOZ û Endama Lijneya Şaxa me G. Yaşin ARSLANOGLÛyê ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên bi mijarên wek, Ji Bo Minareyên Kevirên Lodî yên Dîrokî Formulên Frekansiya Xwezayî yên Hêsankirî ku Dispêrin Rêbazên Ezmûnî, Di Avaniyên Dîrokî de Bi Modela Matematîkî û Ezmûnî Diyarkirina Modula Elastîsîteyê ya Dîwarê Tuxle ya Ragir, Bandora Cureya Kilsê ya Li Ser Taybetmendiyên Xerca Xoristanê (Xoresanê), Bi Rêya Modelên Performansê yên Tîniya Dînamîk ên Kalîbrekirî Nirxandina Mercên Mîkro Klîma ya Dorhêla Hundir ya Avaniyên Dîrokî û Lêkolînkirina di Avahiyên Dîrokî de Wek Sewax Bikarhêneriya Xercên bi Bingehiya Curûfa Firina Bilind cih girtin.
Rûniştina çardehemîn ji hêla Prof. Dr. Şevket ATEŞ û Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya me Cemal AKÇAyî ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên li ser Taybetmendiyên Pergala Îskeleya ku di Restorasyona Pira Malabadî ya Dîrokî de Hatiye Bikaranîn û Girîngiya wê ya di Parastinê de û Li Qada Hundir a Akçakaleyê (Trabzon, Tirkiye) li Bin Erdê Hebûn û Nebûna Bermahiyên Arkeolojîkî ji Rêbazên Jeofîzîkî bi Radara Erdê (GPR) re Lêkolînkirina wê cih girtin.
Rûniştina panzdehemîn ji hêla Prof. Dr. Omer YUKSEK û Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa OEA ya Trabzonê Muzaffer AYDINî ve hat birêvebirin.
Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên li ser Analîzên Tevgera Tînî yên di Avaniyên Dîrokî de, Di Hêla Endezyariya Avahiyê de Nirxandina Minareya Mescîdê ya Kapiustuyê, Ji Xesara Nebatan Parastina Avaniyên Dîrokî, ji Ser Mînakên Sepana di Pîvanga Tevînekê de û Avaniya Tek a di Fonksiyonên Cihêreng de Nîqaşkirina Pirsgirêkên Parastinê û Pirsgirêkên Birêvebirina Projeyê cih girtin.
Rûniştina şazdehemîn ji hêla Doç. Dr Tûgçe ANILANê ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de pêşkêşiyên wek, Di Parastin û Bihêzkirina Avaniyên Dîrokî de Bikaranîna Nexşeya Îndeksa Dêrînê, Bi Parastinê re Peywendar Nirxandina Sînorên Qada Sîtê ya Têkel: Mînaka Mizgefta Haci Bayram a Enqereyê û Derdora Wê, Mînakek ji Standardîzasyonê ya di Envantera Heyînên Çanda Tirk ên Neguhêzbar ên Derveyê Welêt de, Analîza Statîkî ya Nimêjgeha Zenbûrî ya Konyayê ku Avaniya Selçûqî ya Anadolyayê ya Sedsala 13yan û bi Plana Çargoşeyî ye, Keşîşxaneya Mar Aûgîn (Evgîn) a Nisêbîna Mêrdînê Sepana Temîrkirina Hêsan û di Avaniyên Dîrokî de ku dê Sepana Restorasyonê Bê Kirin bi Rêbazên Bêrûxînî Lêkolînkirina Performansa Erdhejê Xebata Mînakî: Girtîgeha Dîrokî ya Sînopê cih girtin.
Di Bernameya Geşt û Çalakiyên Civakî ya ku di wergiriya Sempozyûmê de hat lidarxistin de, di roja duyemîn a sempozyumê de gera bajêr a dîrokî hat lidarxistin. Di êvara roja duyemîn de jî “Resîtala Piyano ya Perestgehên Rojhilat” ku ji hêla Tûlûyhan ÛGÛRLÛyî ve hat pêşkêşkirin hat temaşekirin.
- Ji bo hûn bigihîjin Pirtûka Danezanên Sempozyûma Parastin û Bihêzkirina Avahiyên Dîrokî bitikînin