Armanc

Erdnîgariya qedîm, Mezopotamyaya jorîn ku welatê me û Anatolyayê digre nava xwe, xwedî gelek berhemên girîngin. Vê axê, ji dîrokê re şahidê kiriye û bi avahiyên xwe yên kevnar xwedî cihekî girîng e. Her wiha di cîhanê de yek ji cihên erdhejê ye. Ev her du rastî, girîngiya ewlehî û bihêzkirina avahiyên dîrokî bi awayek pir zelal nîşan dide. Bi vê yekê re, parastina mîrateyên dîrokê, parastina pira di navbera paşeroj û pêşerojê de û berdewamiya tekiliyên nifşan ji bo pêşketina civakê gelek girîng e. Wekî Odeya Endezyarên Avahiyê, bi armanca bicihanîna berpirsyariyên ku dikevin ser me, em difikirin ku bi lidarxistina sempozyûman, di warê parastina avahiyên dîrokî de em ê piştgiriyê bidin. Sempozyûma yekem di sala 2007’an de li Enqereyê, ya duyem di sala 2009’an de bi beşdariya kesên ji welatên din li Amedê hatibû lidarxistin û bi saya wan sempozyûman, nêzîkahiya li restorasyona (nuvekirin) avahiyên dîrokî, proje û pêkanîna xizmetan baştir bûbû. Bi vê yekê helwestên statîk û dînamîk jî hatin lêpirsînkirin û ji bo pêvajoyek baştir a restorasyonê, divê ku endezyarên avahiyê zêdetir bibin xwedî gotin. Dûre sempozyûm li Erzirom, Trabzonê hatin lidarxistin û niha jî dê cara 7’an li Amedê ya navneteweyî yê were lidarxistin.

Welatê me di warê restorasyon û bihêzkirina avahiyên dîrokî de hê li destpêka rê ye û gelek tiştên ku divê werin kirin hene. Avahiyên dîrokî li gorî resenî û modela xwe baş nayên çêkirin. Di warê analîzê de çawa ku gelek nezelalî hene, di warê pêkanînê de jî gelek kêmasî û pirsgirêkên ku divê werin çareserkirin hene. Bi taybetî di salên dawî de bi zêdebûna restorekirina avahiyên dîrokî re, ev pirs zêdetir bûne û ji bo bersiva wan were dayîn komisyonek ku ji aliyê Gerînendehiya Giştî ya Weqfan ve hatiye avakirin; rênîşa ‘Ji bo avahiyên dîrokî birêvebirina xeterên erdhejê’ amade kiriye. Rênîşek (kilavûz) wiha ji bo endezyarên ku di warê Dahûrana avahiyên dîrokî de dixebitin bûye çavkaniyek girîng.

Bi taybetî di vê pêvajoyê de endezyarên avahiya jî di warê avahiyên dîrokî de bi pêş ketine, zêdetir peywir girtine. Ev yek jî ji bo ewlehiya avahiyên me gelek girîng e. Bi vê konferansê dê di asta navneteweyî de pisporên vê yekê werin ba hev û eleqeya endezyarên avahiyê yên li welat li ser vê mijarê zêde bike û di warê nirxandin û bihêzkirina avahiyên dîrokî de, hejmara endezyarên avahiyê yên pispor zêdetir bibin.

Yek ji armancên vê sempozyûmê jî ew e ku li ser mijara nirxandin û bihêzkirina avahiyên dîrokî, bi kesên pispor ên werin welatê me re nîqaş werin kirin. Bi beşdarbûna saziyên endezyar û avahîsazên di qada giştî de û fîrmayên pêkanîner, armanc ew e ku teknîkên pêşketî yên di roja me de hem di warê analîzê de hem jî di pêkanînê de bikevin welatê me. Wekî encam; ev sempozyûm dê ji bo endezyarên me yên ku Dahûranan dikin, re bibe bersiv û rêbazên rasteqîntir werin bikaranîn, ji bo restorasyona avahiyên dîrokî projeyên rast û baştir werin pêşxistin û ji bo pêkanîna wan, teknîk û kereseyên pêşketîtir werin bikaranîn.  

Di vê sempozyûmê de dê mijarên girîng ên wekî; Diyarkirin û Şopandina Rêbazên ku Zirarê Nadin Avahiyên Dîrokî, Diyarkirina Performansa Avahiyên Dîrokî li himberî Erdhejê û Bihêzkirina wan, Dahûrana Binyadî, Xebatên bihêzkirinê û Mînakên Pêkanînê, di Avahiyên Dîrokî de Xisarên ku ji Erdê Çêbûne û Pêşniyarên ji bo Restorasyona Guncaw, werin nîqaşkirin. Di encamê de dê ev sempozyûm, bibe wesîle ku li ser her mijara têkildarî avahiyên dîrokî nîqaş di platformên navneteweyî de were kirin.  

Lidarxistina cara heftemîn a vê sempozyûmê li vî bajarê ku ji aliyê avahiyên dîrokî ve dewlemend e girîng e. Ji ber wê teybetmendiyê jî vî bajarê re dibejin; “Bajarê ku dîrok li ser keviran hatiye nivîsandin” ango li Amedê lidarxistina wê zêdetir girîng e. Em ji hemû akademîsyenên ku bi avahiyên dîrokî re têkildar in, avahîsaz û endezyarên di sektora giştî û taybet de, fîrmayên pêkanîner, hêvî dikin ku beşdarî semopzyûmê bibin û piştgirî bidin. Armanc ew e ku di dawiyê de em hemû belavokan bînin ba hev û di vê mijarê de pirtûkeke çavkaniyê li lîteratorê zêde bikin.

Li ser navê lijneya amadekar

Îdrîs Bedirhanoglu

Başa dön