Ji bo bîranîna Erhan Karaesmenî

Sempozyûma Navnetewî ya Xurtkirina Avaniyên Dîrokî û Veguherîna Bi Ewlehî Dewrkirina Wan a Li Pêşerojê ku em dê îsal cara heftemîn pêk bînin, dê bi mebesta bîranîna Erhan Karaesmenî ku me ew di 23yê Tîrmeha 2004an de winda kiribû bê lidarxistin. Mamosteyê me yê ku hûn dikarin li jêr kurtejiyana wî bi kurtasî bibînin, di tevahiya jiyana xwe de di nav Odeya Endezyarên Avahiyê de cih girtiye. Karaesmenê ku di salên 1970yan de seroktiya duyemîn a lijneya rêveberiyê jî kiriye li gelek şaxên me beşdarê gelek sempozyûm, semîner û civînan bûye.

Erhan Karaesmenî ji destpêkê ve di nava lijneyên sazkirina Sempozyûma Avahiyên Dîrokî de ku cara pêşîn di sala 2007’an de li Enqereyê hat lidarxistin cih girtiye. Mamosteyê me yê ku ji bo vê sempozyûmê jî endamtiya lijneya sazkirinê kiribû, bi enerjiya xwe civîn bi rê ve birine.

Em mamosteyê xwe yê hêja bi rêzdarî bi bîr tînin.

“Karaesmenê ku di sala 1959an de ji Zanîngeha Teknîk a Stenbolê (İTÜ) mezûn bûye di demên destpêkê yên pîşeya xwe de bi salan li Swîsre, Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wekî endezyarê lêkolîn û projeyê xebitiye. Doktoraya zanistî ku li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê qedand, derfet da pê ku li welatên biyanî di derdorên akademîk de bixebite. Di vegera xwe ya Tirkiyeyê de bi zêdeyî li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) derfeta mamostetiya bi nîvdemî û tamdemî ya li saziyên perwerdehiyê yên cihêreng dîtiye. Li ODTU’yê ji xeynî hin navberên piçûk kariyeriya mamostetiyê ku 42 sal tije kirine domandiye. Heyamekî rêvebertiya gelemperiyê kiriye û peywira Rawêjkariya Wezareta Rêveberiya Xwecihiyê kiriye. Bi salên dirêj pêşî bi zimanên biyanî dest pê kir û paşê jî bi giranî bi Tirkî xebatên hunerî û çandî weşandine. Di vê çarçoveyê de gelek xizmet û xelat wergirtine û herî dawî jî “Xelata Xizmeta Rexnegiriya Hunerê ya TÜYAP 2009” jê re hatiye dahin.

Başa dön